Sûretê
Maîde, li Medînê hatîye hinartinê û 120 berate
ne.
Bi Navê Yezdanê Dilovan ê
Dilovîn
1- Gelî ewanê, ku we bawer kirîye! (We çi
peyman dabe) hûn ewan peymana pêk bînin. Ji
pêştirê van tarişên ku we ji bona we ra bêne
xwendinê, (qoştê) hemû tarişan ji bona we
ra durist bûye, ji xencî nêçîrkirina wan,
heke hûn di ihrama (Hecê da bin). Bi rastî
Yezdan çi bivê, berewanîya wî dike.
2- Gelî ewanê, ku we bawer kirîye! Hûn ewan
biryar û (beratên) Yezdan, ku ji bona rûmeta
xwe danîye, bi duristî ne hetikînin û hûn
ewan rûmetê wan mehên (ku di wan da qirîn
hatine qedexe kirinê û hûn rûmeta (wan tarişên
gorîne xwe) û hûn rûmeta wan tarişên, ku bi
guharî (hatine diyar kirinê) û hûn ewan merivên,
ku xwe avêtine xanîyê qedexe (qirîn têda hatine
qedexe kirinê) ewan jî di wî xanî da ji Xudayê
xwe, rûmet û qayîlbûnî dixwazin, bi duristî
ne hetikînin. Û di gava hûn ji (ihrama Hecê)
derketin, îdî hûn nêçîra xwe bikin. Û bira
fetilandina wî komalê, ku ewan hûn ji hecê
fetilandine, nebe mane ji bona we ra, ku hûn
jî êrişê bibin ser wan. Û hûn li ser qencîyan
û li ser xwe parisandina ji gunehan arîkarîya
hev bikin. Û hûn li ser gunehkarî û cewrîtî
arîkarîya hevdu nekin û hûn yezdanparizî bikin.
Bi ratî Yezdan zor şapat e.
3- (Goştê) miraran û xwîn û goştê berazan
û (goştê) wê tarişa, ku ji bona navê wan tiştên;
ji pêştirê navê Yez¬dan ra hatina (jê kirine)
û (goştê) wê (tarişa) hatîye fetisandinê û
(goşte) wê tarişa, bi dar, ya jî bi tiştekî
mayî hatîye kuştinê û (goşte) wê tarişa, ku
ketîye mirîye û (goştê) wan tarişên, ku tarişên
mayî li wan xistîye mirîye û (goştê) wê tarişa,
ku cenaweran xaribe, ji pêştirê heke hûn bigehijên
wan, ewan bi can bin, hûn jî serê wan jê kin
û (goştê) wê tarişa, ku li ser (kevirên çikandi)
têne jê kirinê (wekî pût û dar û kevirên berate)
û (goştê) wan tarişên, ku ji bona fal avêtin
û xumarê têne jê kirinê, hemûşk ji bona we
ra ne durist bûye. Evan hemûşk jî derketina
ji rîya rast e. Îdî di îro da ewanê file,
ji bo ku we ji ola we derxin, bê hêvî bûne
(ewan nikarin we ji ola we derxin). Îdî hûn
ji wan filan netirsin û hûn ji min bitirsin.
Di îro da min ji bona we ra, ola we pêk anîye
(kêmaya wî nemaye). Û min ewan qencên xwe
ji bona we ra paşî anî û min ji bona we ra
ola bi nav (islam) bi olîtî litê kirîye. Îdî
kîjan meriv heke ji birçîya bikeve tengasîyê,
heke ji bona gunehkarîyê nexwe dikare (ji
goştê van tarişên borî wekî xwarineke nejî
û nemir bixwe). Bi rastî îdî Yezdan baxişkarê
dilovîn e.
4- (Muhemmed)! Ewan ji te dipirsin: “Ka ji
bona wan ra çi tişt ha¬tîye durist kirine.”
Tu ji bona wan ra bêje: “Ji bona we ra tişta
paqij durist bûye û ewa nêçîra wan sene, ku
hûn ewan hînê wan zanîn e, Yez¬dan bi we daye
hînkirinê, dikin. Evan sene nêçîrvan çinêçîrê
bigirin, îdî hûn ewê nêçîrê bixun û hûn li
ser wan nêçîran, navê Yezdan bixûnin û hûn
yezdanparizî bikin. Bi rastî Yezdan zû hijmar
e.
5- Di îro da ji bona we ra paqij durist bûye.
Û xwurekên wanê xweyê pirtûk jî ji bona we
ra durist bûye. Û xwurekên we jî ji bona wan
ra durist e. Û ewan jinên ji bawerkern, ku
tolitî ne kiribin û ewan jinên ji wê desta,
ku di berya we da ji wan ra pirtûk hatîye
danê, xwe ji to-litîye diparisînin; di gava
hûn kirya wan (mara wan) bidne wan, hûn bi
wan ra tolîtî nekin û hûn ewan bi dizîka da
ji xwe ra nexne dost, hey ji bo ku hûn xwe
ji tolitîyê biparisînin û bi wan ra kevîn
bibin. Kevînbûna evan jinan jî ji bona we
ra durist bûye. Û kîjan meriv ji piştî baweryê
dîsa bibe file bi sond! Xebata wî îdî şewitîye.
Û ewa di gav û danê para da jî dibe ji wanê
ziyanger.
6- Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Di gava
ku hûn bivên rabin nimêj bikin, îdî hûn rûyê
xwe û destê xwe jî heya enîşkan bişon û hûn
serê xwe mes bikin û pê xwe jî heya gûzekan.
(Paşê nimêja xwe bikin). Û heke hûn ser ne
pak bin, îdî hûn xwe bişon û paqij bikin.
Û heke hûn nexweş bin ya jî hûn li ser rê
bin, ya jî yek ji we ji qedengehê hatibe,
ya jî we dest dabe jinan îdî hûn rastê avê
jî ne hatibin, hûn bi xwelîyeke paqije temîz
îdî teyemmum bikin (destnimêja bi xwelyê bigirin).
Hûn biwê xwelyê destê xwe û rûyê xwe mes bikin.
Yezdan navê ku ji bona we ra zoratîyê çêke,
lê Yezdan divê ku we paqij bike û Yezdan devê
ku qencên xwe ne li ser we hene, bê kêmayî
pêk bîne. Dibe ku hûn bi rastî sipazîya wî
bikin.
7- Û hûn (gelî bawerkeran!) ewan qencên Yez¬dan
e ku li ser we hene û hûn ewê peymana ku we
dabûye wî, di wê gava ku we gotibûye: “Me
biryarên (te) bihîst û me bi gotina wan kirîye.”
Hûn bi wê peymanê jî hatibûne girêdanê, bîra
xwe bînin. Û hûn yezdanparizî bikin. (Hûn
bizanin!) Bi rastî Yezdan bi wan tiştên veşartîyê
di singa da heyî dizane.
8- Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Ji bo ku
dadî li pîya bimîne, hûn ji bona Yezdan ra,
bibin şahidê bi hêz. Bira kirina wî komalê,
ku di hemberê we da neyartî kirine, ji bo
ku hûn di hemberê wan da dadvanî nekin, we
nede helan danê, ku hûn dadvanî nekin. Hûn
dadvanî bikin, loma dadvanî ji parizîyê ra
nêzîktir e. Û hûn yez¬danparizî bikin. Bi
rastî Yezdan bi wan tiştên ku hûn dikin, dizane.
9- Yezdan ji bona wanê bawer kirine û karê
aştî kirine, peyman daye ku ji bona wan ra
baxişandin û kirêke mezin heye.
10- Û ewanê ku bûne file û ewanê bi beratên
me derew kirine, hene! Hevrînê dojê evan in.
11- Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn ewê
qencîya Yezdan e, ku di gavêkî da komalekî
(êriş anîbûne ser we) destê xwe (ji bona kuştina
we) dirêj kirin, îdî Yezdan jî destê wan li
ser we daye paradanê, bîra xwe bînin. Û hûn
yezdanparisî bikin. Îdî gelî bawerkeran! Hûn
hey xwe hispêrine Yezdan.
12- Û bi sond! Yezdan ji zarên cihûyan peyman
hildaye û me ji wan dazne dîdevan (di nava
wan da) şandibûye. Yezdan ji wan ra (aha)
gotîye: “Bi rastî ez bi we ra me. Heke hûn
nimêja xwe bikin û hûn baca malê xwe bidin
û hûn bi pêxemberên min bawer bikin û hûn
arîkarya wan bikin û heke hûn ji bona qayîlbûna
Yezdan ji hev ra deyn bi qencî bidne hev,
bi rastî ezê jî sikatîyên we li ser we rakim
(ezê we bibaxişînim). Û ezê we bixme wan bihiştên,
ku di binê (darê wan da) çem dikişin, îdî
ji virha kîjan merivekî ji we bibe file (evan
şîret û qencîyan bîrva bike) bi sond! Îdî
ewî rîya rast wunda kirîye.”
13- Îdî ji ber ku ewan peymana xweye dayî
şikênandine, me jî ewanan deherandine û me
dilê wan hişk kirîye. Ewan zarên (cihûyan)
peyvên (biryaran) ji şûna wan dihêjînin (ji
bo ku binek arşan wekî armancê xwe derxin).
Ewan pareke, ku ji wan ra hatibûye gotinê
(ji biryaran) bîrva kirine. Ji pêştirê hindikên
ji wan, tûyî rastî qalpîya wan hemûşkan werî.
Îdî tu ji wan kêmasîyên wan bibore û tu kirinê
wan belaş bide. Bi rastî Yezdan ji qencîkaran
hez dike.
14- Û me ji wanê ku gotine: “Bi rastî em mexînîne
(em arikarên Îsa ne) jî peymanan hildaye.
Îdî ewan mexînan pareke (ji wan biryarên)
ku ji wan ra hatibûye gotine bîrva kirine.
Îdî me jî di nava wan da heya roya rabûna
hemû da, neyartî û xerez xistîye (helan).
Yezdanê ji bona wan ra ewê kirina wan e, ku
ewan ji xwe ra xistibûye pêş e, bêje.
15- Gelî ewanê xweyê pirtûk! Bi rastî li bal
we da pêxemberê me hatine. Ewan (biryarên)
ku di pirtûkê da hebûn, we penha dikir, ji
bona we ra ewa (pêxembera) pirê wan (biryaran)
vedike û ji pirê wan (biryaran) jî dibore
(qe ji wan axiftin nake). Bi sond! Ji Yezdan
bona we ra ruhnayek û pirtûkeke daveger hatîye.
16- Yezdan bi wê pirtûkê, ewan merivên ku
di binê peyrewê qayîlbûna wî, digihîne rêne
parisvan û ewa ewan merivan (bi wê pirtûkê)
ji tarîtîyê li bal ruhnayê da derdixe. Erê!
Ewa, ewan tîne rîya rast.
17- Bi sond! Ewan merivên, ku gotine: “Yez¬dan
Îsayê Mesîhê kûrê Meryemê bi xweber e. (bi
wê gotina xwe) bûne file.” (Muhemmed tu ji
wan ra) bêje: “Heke Yezdan bivê, ku Me¬sîhê
kûrê Meryemê û dîya Mesîh û hemû kesên di
zemîn da hene jî teşqele bike, gelo kê dikare,
ku ewan ji teşqelekirina wî bi tiştekî bide
para?” Û seroktîya ezman û zemîn û çi tişta
di nava wan herdukan da heye, hey ji bona
Yezdan ra ne. Ewa çi tiş¬ta bivê ewî diafirîne.
Şixwe Yezdan li ser hemû tiştan dişî.
18- Cihû û Mexînan gotine: “Bi rastî em kurên
Yezdan in û em hezgerên wî ne.” (Muhemmed!
Tu ji bona wan ra) bêje: “(Heke hûn kur û
hezgerên wî ne) îdî ewa çima we bi gunehên
we şapat dike? Na! (gotina we nîne) lê ewan
kesên ku (Yezdan ) afirandine hene! Hûn jî
ji wan in. Ewa ji kîjanî ra bivê dibaxişîne
û kîjanî ra jî bivê, ewî şapat dike. Û seroktîya
ezman û zemîn û çi tiştê di nava wan da heyî,
hey ji bona Yezdan ra ne. Şixwa zivirandina
(para da) bi xweber jî li bal wî da ne.
19- Gelî xweyê pirtûkan! Ji bona ku hûn (nebêjin):
“Di gava sistaya hatina pêxemberan da, qe
tu kesekê mizgînvanê (bi bihiştê) û tirsdayê
(bi dojê) li bal me da ne hatibû heya ku me
jî (bi wî bawer bikira, bi hatina rîya rast).
Di wê gava hatina pêxemberan sist bibû, bi
rastî pêxemberê meyê (Muhammed) li bal we
da hatîye. Bi sond! Ewî rastîya (dînan-olan)
bi huzwartî ji bo¬na we ra vedikir, û mizginîya
(bi bihiştê) û tirsa (ji dojê) daye we (ji
bo¬na pêkanîna biryaran hemû şîret gotine,
îdî tu mana ji bona gunehkarya we ra ne maye.
Ku hûn dibêjin em bi nezanî gunehan dikin).
Û Yezdan li ser hemû tiştan dişî.
20- Û (hûn ewê gava) ku Mû¬sa ji bona komalê
xwe ra (aha) gotîye: “Gelî min! Hûn ewan qencên
Yezdan e ku li ser we heye bîra xwe bînin;
ewî di nava we da pêxember çê kirine û ewî
hûn xistine serok û ewî di cîhanê da qencên
wusa bi we kiriye qe li tu kesekî li cîhanê
ne kirîye, bîra xwe bînin.
21- Gelî min! Hûn bikebine wî bajarê pîrozê
ku Yezdan ji bo¬na we ra bi vê nevê nivîsîye
û hûn di para da nezivirin. Heke hûn îdî di
para da bizvirin, bi rastî hûnê zîyan bikin.
22- Ewan (ji bona Mûsa ra aha) gotine: “Mûsa!
Bi rastî di wî (welatê me da) komalekî kotekkar
heye. Heya ewa (komala) bi rastî ji welat
dernekebin em bi xweber nakabine wî welatî.
Îdî heke ewan ji welat derkebin, emê bi xweber
herin bikebine welat.
23- Du merên ji wanê tirsonek ne (ku ji Yezdan
ditirsîyan) Yezdan (bi xwerber jî) li ser
wan qencî kiribûye (aha) gotibûne: “Hûn di
derî da li ser wan da (êrîşê) beherin, îdî
gava hûn bikebine hundur, bi rastî hûnê serfiraz
bibin (heke hûn li ber xwe bidin). Heke hûn
bi rastî bi Yezdan ewle dibin, îdî hûn xwe
hispêrine wî.”
24- Ewan (ji Mûsa ra aha) gotine: “Mûsa! Bi
rastî heya ewan (neyaran) di bajar da bin
qe tucarî em nakebine bajar. Îdî (Mûsa!) tu
bi Xudayê xwe va herin, bi wan ra qirînê bikin
(ewan ji welat derxin) emê jî li vira rûnen.”
25- (Mûsa ji Xuda aha lava) kirîye: “Xudayê
min! Ez ji pêştirê xwe û birayê xwe, xayîtîya
tu kesî nakim, îdî tu nîveka me û evî komalê
ji rê derketî raqetîne.”
26- Ewî (ji Mûsa ra aha) gotîye: “Îdî (ewa
zemînê pîroz) heya çil salî, li ser wan qedexe
bûye (ewanê he¬ya çû salî li wê deştî bimînin,
naçine bajarê Qudsê). Ewanê di wê (berya bi
nav Tîyehê da) bi sergerdanî bigerin. Îdî
(Mûsa) tu li ser komalê ji rê derketî kovanan
neke.”
27- Û (Muhemmed!) tu ji bona wan ra, serda
borya herdu kurên Adem bi rastî bixûne. Ewan
herdukan; heryekê ji wan goryek dabûn. Gorya
yekê ji wan herdukan, hatibû litê kirinê û
gorya ewê mayî ne hatibûye litê kirinê. (Ewê
ku gorya wî ne hatibûye litê kirinê, ji bona
wîyî gorya wî hatibûye litê kirinê ra) gotîye:
“(Ji ber ku gorya te hatîye litê kirinê) bi
sond! Ezê te bikujim.” (Birayê wî ji wî ra
aha) gotîye: “Bi rastî Yezdan hey (perestîya)
wanê yez¬danparizî dikin, litê dike.”
28- Heke tu ji bona kuştina min, destê xwe
li bal min da dirêj bikî, ez ji bona kuştina
te destê xwe li bal te da dirêj nakim. Bi
rastî ez ji Xudayê cîhanê ditirsim.
29- Ez divêm, ku bi rastî tu gunehê min û
gunehê xwe bi hev ra hildî, ji bo ku tu bibî
ji wanê hevrine agir. Şixwa celata cewrkaran
jî eva ye.
30- Îdî canê wî kuştina birayê wî xwest. Birayê
xwe kuşt. Ewa bi xweber jî bûye ji wanê zîyankar.
31- Îdî Yezdan (ji bo ku ka ewayî ça termê
birayî xwe hilde) qijikek şandîye. Ewê qijikê
ze-mîn kolaye (bi kujraw) daye xûyandinê (ka
ça termê bireyê xwe çal kirîye. Ewî kujrawî
aha) gotibûye: “Xwelî li min be! Ez wusa bêzar
bûme, ku ez nikarim wekî ve qijikê jî termê
birayê xwe veşêrim.” Îdî ewanê ji kirinê xwe
poşman dibin hene! Ewa bûye ji wan.
32- Ji bona vî qasî me (di pirtûkê da) li
ser zarên cihûyan nivîsîye: “Bi rastî kîjanê
ku me-rivekî, ne ji bona (tûlhildanê) ne jî
ji bona, ku ewa di zemîn da tevdanî dike,
bikuje; îdî tu dibê qey ewî hemûşk kesên cîhanê
kuştine û kîjanê merivekî jî bide jînandinê
tu dibê qey ewî hemûşk kesên cîhanê daye jînandinê.”
Bi sond! Li bal wan da pêxemberên me bi beratan
va hatibûne. Paşê jî dîsa ji piştî hatina
pêxemberan, ewan (zarên cihûyan) di zemîn
da dest feşartî kirine.
33- Bi rastî celata wanê, ku bi Yezdan û bi
Pêxemberê wî ra qirînê dikin û digerin, ku
di zemîn da tevdanîyî derxin ev e. Ji bo ku
ewan di cîhanê da sernegûn bibin, ya ewanê
bêne kuştinê, ya jî ewanê bêne dardakirinê,
ya jî dest û pêyê wa¬nê bi çîloçepî bê jêkirinê,
ya jî ewanê ji welatê wan bêne derxistinê.
(Eva cela¬ta hanê) ji bona wan ra di cîhanê
da sernegûnî ye û ji bona wan ra di danê para
da jî şapatekê mezin he¬ye.
34- Ji pêştirê wan merivên, di berya ku hêj
we ewan ne xistibûne binê hêza xwe, ji wan
kirinê xwe poşman bibin (eva celatdana bori
ji bona van ra tune ye). Hûn bizanin! Ku bi
rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e.
35- Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn parizîya
Yezdan bikin, hûn ji bona gihîjtina li bal
wî da li rîyan bigerin û hûn di rîya wî da
bi tekoşînî xebatê bikin. Bi rastî hêvî heye
ku hûn fereste bibin.
36- Bi rastî ewanê fîletî dikin hene! Çi tiştên
di zemîn da hene, heke wekî wan jî bi wan
tiştan ra hebin, (hemûşk ji bona wan yekê
rabe) ji bo ku ji şapata roya rabûna hemû
fereste bibe ewa jî (ewan mal û tiştan) hemûşkan
di gerewa xwe da bide, dîsa ji wan ewa gerewa
nayî litê kirinê (ewan jî ji wê şapate fereste
nabin). Û ji bo¬na wan ra şapateke dilsoz
heye.
37- Ewanan divên, ku ji agir derkebin, lê
ewan ji agir dernakebin û ji bona wan ra şapateke
peyweste heye.
38- Û dizê mêr û diza jin, celeta wan eva
ye, ber keda ewan kirîye, hûn îdî destê wan
jê bikin, ji bo ku eva celata ji Yezdan, ji
wan ra bibe sernegûnî (îdî tiştekî wusa neyê
kirinê). Yezdan bi rastî serfîraz e bijejke
ye.
39- Îdî kîjan (diz) ji pêştî (dizîya xwe ye,
ku bi wê dizîyê cewr kirîye (malê yekê mayî
bê qayîlbûna wî, bi dizîka da hildaye) ji
kirina xwe poşman bibe û aştîkarî kiribe (malê
dizî, para da dabe) bira ewa (bizane) bi rastî
Yezdan jî poşmanîya wî litê kirîye (ewa ji
celatdanê, daye baxişandinê). Bi rastî Yezdan
baxişkarê dilovîn e.
40- Ma qey tu nizanî, ku bi rastî seroktîya
ezman û zemin ji bona Yezdan ra ne? Ji bona
kê ra bivê ku şapat bike, ewî şapat dike û
ji bona kîjanî ra jî baxişandinê bivê, ewî
dibaxişîne. Û Yezdan 1i ser hemû tiştan dişî.
41- Pêxember! Çi ji wan fileyên ku bi devê
xwe dibêjin: “Me bawer kirîye (ku doza te
rast e) qe dilê wan bawer ne kirîye û ji cihûyan,
ewanê ku ji bona filetîyê didine ber hev,
bira ewa kirina wan te nede mirûz kirinê.
Ewanan guhdaryî ji bona derewan dikin û ewan
guhdar¬yî ji bona (îyartîya) komalekî mayî
dikin. Ewan (ji bona baweryî) ne hatine bal
te. Ewanan, ewan peyvên biryarîyên bi cî hatî,
ji piştî ku ewan peyvan (bi biryarî şûna xwe
digirin) bi zanîn ji şûna wan diheşivînin.
Ewanan (ji komalê xwe ra aha dibejin): “Heke
(bawerker û bi pêxemberê xwe va) ji bona we
ra, evan (biryaran) neynin, hûn xwe ji wan
biryaran biparisînin (bi wan bawer nekin).”
Û Yezdan ji bona kêra aşît kirina bivê, îdî
tu ji bo¬na ne aşîtkirina wî tu tiştekî ji
Yezdan hilnadî. Ewanê ku Yezdan navaye dilê
wan paqij bike, evan in. Ji bona wan ra di
cîhanê da sernegûnî heye û di para ¬da jî
ji bona wan ra şapateke mezin heye.
42- Ewanan hey ji bona derewan guhdarî dikin,
ewanan hey (tiştên) ne durist dixun. Îdî heke
ewan (ji bo ku tu di nava wan da berewanî
bikî) hatibine bal te, îdî tu hez dikî di
nava wan da berewanî bike û heke tu hez dikî
rûyê xwe ji wan bizivirîne (qe berewanîya
wan neke). Heke tu ji wan rûyê xwe bifetilînî,
ewanan qe nikarin bi tu tiştî zîyanê bidine
te. Û heke te di nava wan da berewanî kir,
îdî tu di nava wan da bi dadvanî berewanîyî
bike. Bi rastî Yezdan ji dadvanan hez dike.
43- Û li bal wan bi xweber pirtûka (bi nav)
Tewrat heye, di wê pirtûkê da jî biryarên
Yezdan hene. Ewan ji bona berewanîyê ça têne
bal te û paşê jî ji piştî hatina xwe ye li
bal te, rû (ji berewanîya te) dizivirînin?
Û bi rastî evan bawer ne kirine.
44- Bi rastî me Tewrat hinartîye. Di wê Tewratê
da beledî û ruhnaya (biryarên min heye) bi
wan (biryaran) ewan pêxemberên xwe hisparokên
(Yezdan) ji bona cihûyan ra berewanî dikin.
Û ewan zana û rêberan jî û ewanê ku pirtûk
di destê wan da bi parisî maye, berewanî dikirin
û ewan bi xweber jî şahidîya wan (biryarên)
di Tewratê da heyî kiribûne. Îdî hûn ji merivan
netirsin (ji bona he¬ke hûn ewan biryaran
bi rastî bêjin, wê ji bona we ra merivê zîyan
bidin). Lê (gelî zana û rêberan û parisvanan!)
hûn ji min bitirsin û hûn biryarên min, bi
tu bahayê nefiroşin. Û kîjan merivê, ku bi
wan biryarên Yezdan hinartîye, berewanî neke,
îdî evanan hey file ne.
45- Û me di (pirtûka Tewratê da, biryarên
tûl hildane aha) li ser wan nivîsandîye. Canê
merivan, bi canê kujrawê û çav, bi çav e û
poz, bi poz e û guh jî bi guh e û diran bi
diran e. (Evan ji ber hev da têne tûlkirinê.
Û birîndarîjî, bi hemberî ne. Îdî kîjan merivê
(ji mafê xwe bibore, gunehkarê, ji kirina
wî bibaxişîne; ji wî tûl hilnede) ewa baxişandina
wî ji bona wî ra dibe sedema rakirina sikatîyên
wî. Û kîjan merivê ku bi wan biryarên Yezdan
hinartîye berewanî neke, îdî bi rastî cewrkar
evan bi xweber in.
46- Û me di pêş da, li ser şopa wan (pêxemberan)
Îsayê kurê Meryemê, ku rastdarya wê (pirtûka
bi wan ra heyî bi nav) Tewrat dikir (bi pêxemberî)
şandîye û me ji Îsa ra (pirtûka bi nav) Încîl
daye. Di wê da beledî û ruhnaya (biryaran)
heye û ewa rastdarya (wê pirtûka berya xwe
da bi nav) Tewrat dike.Me ewa (Încîl ji bona
Îsa ra daye) ji bo ku ji bona (xudaparizan
bibe) beled û şîret.
47- Û (gelî peyrewên Încîlê!) hûn jî bi wan
biryarên ku Yezdan (di Încîlê da) hinartîye
berewanî bikin. Û kîjan merivê ku bi wan biryarên
Yezdan hinar¬tîye berewanî neke, îdî bi rastî
evanê ji rê derketî ewan bi xweber in.
48- Û (Muhemmed!) me li bal te da jî pirtûk
(Qur’an) ji bo¬na ku rastdarya (wan biryarên)
di berya xwe da bike û bibe ewle û dîdevan
li ser wan pirtûkan, bi rastî hinartîye. Îdî
tu di nava wan da, bi wan biryarên ku Yezdan
li bal te da hinartîye, berewanîyê bike û
tu ji wan biryarên rastê, ku li bal te da
hatine (rûyê xwe nefitilîne) nebe peyrevê
dilxwastina wan. Ji bona her yekê ji we (pêxemberan
ra) me rê û rêzikeke wî danîye. Û heke Yezdan
biva, wê hûn hemûşk bi xistina komeke bi tenê,
lê ji bo ku em we biceribînin ka kîjanê ji
we ewan (biryarê¬n me dane we digire) me hûn
xistine deste deste, îdî hûn (gelî bawerkeran!)
ji bona (kirina) qencîyan bidine ber hev.
Şûna fetla we hemûşka jî li bal Yezdan da
ne. (Di wê gavê da) ewan biryarên ku hûn têda
ne wek hev dibûn, wê ji we ra bêje.
49- Û me (eva fermana jî li bal te da hinartîye),
ji bo ku tu di nava wan da bi wan biryarên,
ku Yezdan hinartîye berewanîyê bikî û tu nebe
peyrewê dilxwas¬tina wan û tu xwe ji wan biparisîne.
Ewan xebatê dikin, ji bo ku te ji hinek biryarên
Yezdan hinartîye para bidin (poşman bikin).
Heke ewan (bawer nekin) pa¬ra da bizvirin,
îdî tu bizane! Bi rastî Yezdan divê, ku bi
hinekî ji gunehê wan, ewan şapat bike. Û bi
rastî şixwa pirê merivan (ji rîya rast) derketine.
50- Qey hêj ewan berewanîya (dane) nezanîyê
divên? Gelo ji bona wî komalê ku di nêzîk
da dizanin, ji Yezdan çêtir, yekê rindtir
berewanî bike, heye?
51- Gelî ewanê ku bawer kirîye! Hûn, cihû
û mexînan ji xwe ra nexine serkar. Ewan bi
xweber, hinekên wan serkarê hinekê wan in.
Û kîjan ji we, ku ewan ji xwe ra bixe serkar,
îdî ewa jî bi rastî ji wan (cihû û mexînan)
e. Bi rastî Yezdan komalê cewrkar nayne rîya
rast.
52- Îdî tuyî ewanê ku di dilê wan da nexwaşî
heye bibînî, ku ewan di nava (cihû û mexînan
da) direvin (diçine bal wan). gava ji wan
ra tê gotinê: “Hûn ji bona çi direvine bal
wan filan” Ewan (aha) gotine: “Em ditirsin
ku royekî rewşa bawerkeran welgere, evan filan
me hildine nava xwe, me biherçiqînin.” Îdî
dibe ku Yezdan (ji bona bawerkeran ra) ferestîyekî
bîne, ya jî li bal xwe da fermanekî bîne,
ji bo ku ewan li ser we tişta ku di zikê xwe
da vedişartin, poşman bibin.
53- Û ewanê bawer kirine (ji hev ra aha) dibejin:
“Ewanê ku bi Yezdan, bi hêz sond dixwerin
(digotin): “em bi we ra nin”, qey evan in?”
Kirinê wan şewitîne. Îdî ewan zîyan kirine.
54- Gelî ewanê ku we ba¬wer kirîye! Kîjan
ji we, ji ola xwe ye islamê derkebe, bira
ewa (bizane!) bi rasrî Yezdanê komalekî wusa
di nêzîk da bîne; (Yez¬dan) ji wan hez dike,
ewan jî ewî hez dikin. (Ewa komala) di hemberê
bawerkeran da melûl in û di hembere filan
da jî pozbilindê serfiraz in (wê ewa komalê
dîsa we bizivirîne li bal ola we ye misilmantîyê.
Ewan qe ji tu sîtemên sîtemkaran natirsin.
(Loma) di rîya Yezdan da tekoşînê dikin. Eva
anîna hanê rûmeta Yezdan e, ji bona kêra bivê,
ewê rûmetê ji wî ra dide. Şixwe Yez¬dan bi
xweber jî (bi rûmetî) fire û zana ye.
55- Bi rastî serkarê we hey Yezdan û Pêxemberê
wî û ewan bawerkerên, ku nimêja xwe dikin
û (di halê rukû da) baca malê xwe didin û
xwe ji bona wî ra kûz û rast dikin, bi xweber
in.
56- Û kîjan merivê ku Yezdan û Pêxemberê wî
û ewanê bawer kirine, ji xwe ra bixne serkar,
îdî (bira ewa bizane!) ku parta servahatî
parta Yezdan bi xweber e.
57- Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn ji
wanê, ku di berya we da ji wan ra pirtûk hatîye
û filane, ku bi ola we bi tinazî dileyîzin,
ji xwe ra serkar negirin. Û heke hûn bi rastî
bawer dikin, hûn yezdanparizî bikin.
58- Û di gava hûn ji bona nimêjkirinê (bang
didin) hevdu gazî nimêjkirinê dikin, ewan
bi wê gazîkirina we tinazan dikin û dileyîzin,
eva ririna wan, ji ber ku ewan komalekî wusa
bûne, hişê wan ne digihişte tiştan, loma tinaz
dikirin.
59- (Muhemmed! tu ji wan ra aha) bêje: “Gelî
xweyê pirtûkan! Hûn hey ji ber ku me bi Yezdan
û bi wê (pirtûka) li bal me da hatîye hinartinê
û me bi wan (pirtûkên) hêj berê da hatine
hinartinê bawer kirîye, loma rikê xwe ji me
tînin (heke ji bona wî nebe) qe hûn rikê xwe
ji me naynin. Şixwa bi rastî pirê we ji rîya
rast derketine.”
60- (Muhemmed! tu ji bona wan ra aha) bêje:
“Ez ji bona we ra li bal Yezdan, di hemberê
van (kirinê we da) hêj (beterê şapatan) heye,
bêjim?” Yezdan kîjan deherandi be û li wî
xeşim kiribe û ji wan meymûn (perest) û beraz
(perest) û bendeyên pelîd çê kiribe, şûna
van (bi şapatî) beterê şûna ne û evanan in,
ku hêj pirtir rîya rast wunda kirine.
61- Û di gavêkî da ewan hatine bal we (ji
we ra) gotine: “Me bawer kirîye.” (Gotina
wan nîne).Bi sond! Ewan bi filetî hatine û
bi filetî jî ewan derketine (çûne). Şixwa
Yez¬dan bi xweber jî çêtir bi wan tiştên ku
ewan veşartibûne dizane.
62- Û tu dibînî, ku pirê ji wan ji bona (kirina)
gunehan û neyartîya (bi we ra) û ji bona ku
tiştên ne durist bixun, bi lez didine ber
hevdu. Bi rastî çiqa sike tiştê ewan dikiribûne!
63- Qey heke zanan û rêberan, ewan ji wan
gotinê wanê gunehkarî û ji xurina ne duristî
bidana para da çi dibû? Bi rastî çiqa sike
tişta ewan ji xwe ra xistibûne pêş e!
64- Û cihûyan gotine! Destê Yezdan girêdaye
(ji bo wî dayînê nake). Bi sedema wê gotina
wan, destê wanê bê giredanê û li wan deherandinê
bê kirine. Gotinê wan nîne! Lê herdu destê
wî jî vekirîne ewa ça bivê, wusa disixurîne.
Û bi rastî filetî û quretîya pirên ji wan,
di gavê biryarek ji Xudayê te, li bal te da
hatîbe hinartinê, pir dibe. Û me di nava wan
da heya roya rabûnê hemûtî, neyartî û xerez
avêtîye (îdî ewan nabine destêkî). Ewan çiqa
gavêkî ji bona qirînê ra, agirek hilkiribin,
Yezdan ewa agira temirandîye. Ewan di zemîn
da digerin, ku tevdanîyekî derxin û Yezdan
bir xweber jî ji tevdanokan hez nake.
65- Û heke xweyê pirtûkan bawer kîribûnan
û (ewan Yezdan) parizî kiribûnan, bi rastî
meyê jî sikatîyên wan ji ser wan rakira û
meyê ewanan bixistina bihişta qencî û xwarin
û xakirinan.
66- Û heke ewanan, weki ça pirtûkên (bi nav
Tewrat û Încîl û ewan biryarên (ji pêştirê
van herdu pirtûkan) ji Xudayê wan, li bal
wan da hatîye hinartine, ferman kirine, fermana
wan pêk anîbûnan, ewanê di her alyê xwe da
bi gihîjtina qencîyan, wê ji wan bixarinan.
Ji wan desteke bi sexbêr heye (nîv warî ne).
Lê pirên ji wan çiqa tiştên sik dikin!
67- Pêxember! Çi biryarên ji Xudayê te li
bal te da hatine hinartinê, tu ewan ji kesan
ra bêje û heke tu ewan ji kesan ra nebêjî,
îdî bi rastî te pêxemberîya Xudayê xwe pêk
ne anîye. Û Yezdan te ji kesan diparisîne.
Birastî Yez¬dan komale File nayne rîya rast.
68- (Muhammed! tu ji bana wan ra aha) bêje:
“Heya hûn (fermana) Tewrat û Încîl û ewan
fermanên, ku ji Xudayê we li bal we da hatîne
hinartinê, pêk neynin, hûn li ser tu tiştê
ji "ol" a nînin. Û bi rastî filetî
û quretîya pirên ji wan. Di gava biryarek
ji Xudayê te, li bal te da hatîye hinartinê,
pir dibe. Îdî tu ji bona (teşqela ku wê bi
wan da were) li ser, komalê file ko-vanî neke.
69- Bi rastî ewanê ku bawer kirine û ewanê
ku bûne cihû û ewanê sterk perest û ewanê
mexînî hene! Ji wan, kîjan bi Yez¬dan û bi
dan û gavê para da bawer kiribe û karê aştî
kiribe, îdî tu tirsa (ji şapatdanê) li ser
wan tune ye û ewan bi xweber jî (ji kêm xelatdanê)
mirûz nabin.
70- Bi sond! me ji zarên cihûyan peyman sitandiye
û me li bal wan (zarên cihû¬yan da) pêxember
şandine. Çiqa li bal wan da, pêxembereki bi
wan (biryarên) ku dilê wan nexwastîye hatibe,
destekî ji wan (pêxemberan) didine derewdêrandinê
û desteki jî dikujin.
71- Û ewan goman kiribûn, ku eva kirina wan
(bi serê pêxemberan ji bona wan ra) nabe teşqele,
îdî ewan kor û ker bûne, paşê (ewan ji kirinê
xwe poşman bûne) îdî Yez¬dan jî poşmanîya
wan litê kirîye. Paşê (dîsa) pirê ji wan kor
û ker bûne. Yezdan bi xweber jî tişta ewan
dikin, dibîne.
72- Bi sond! Ewanê ku gotine: “Bi rastî Yezdan,
Mesîhê kurê Meryemê bi xweber e,” hene! Evan
bûne file. Û Mesîh bi xweber jî (ji bona wan
ra aha) gotîye: “Gelî zarên cihûyan! Hûn perestîya
Yezdanê, ku Xudayê min û Xudayê we ye, bikin.
Rastî eva ye: Kîjan meriv, ji bona Yezdan
ra hevrîyan çê bike, îdî bi sond Yezdan li
ser wî (çûna) bihiştê qedexe kirîye û ewra
wî hey agir e. Şixwa ji bo¬na cewrkaran ra
qe tu arîkar tune ye.
73- Bi sond! Ewanê ku gotine: “Bi rastî Yezdan
yekê ji sisîyene” hene! Ewan bûne file. Şixwa
Yez¬dan, hey Yezdanekî bi tenê ye û heke ewan
xwe ji wan tiştên ku dibêjin, neparisî-nin,
bi rastî wê bi wanê, ji wanên ku bûne file
şapateke dilsoz bigire.
74- Îdî qey ewan, ji wan (gotinê xwe) poşman
nabin û lavaya baxişandina gunehê xwe ji Yezdan
nakin? Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e.
75- Mesîhê kûrê Meryemê hey pêxembereke (ji
pêştirê wî tu tişt nîne). Di berya wî da pêxember
hatine çûne. Û dîya (Mesîh jî) jineke rast
bûye. Herdukan jî xwarin dixwarin. (Muhemmed!
tu mêze bike, ka em ji bona wan ra beratan
ça vedikin. Tu paşê mêze bike ewan ça ji (doza
me) rû difetilînin.
76- (Muhemmed! tu ji bona wan ra aha) bêje:
“Hûn ça ji bona wan tiştên pêştirê Yezdan
ku qe (ewan tiştan ji bona we ra) tu zîyan
û karê nadin perestî dikin?” Şixwa guhdarê
zana hey Yezdan bi xweber e!
77- Tu (ji bona wan ra aha) bêje: “Gelî xweyê
pirtûkan! Hûn di “ol”a xwe da bê mafî tengayê
çê nekin û hûn nebine peyrewê dilxwastina
wî komalê, ku hêj berê da ji rîya rast derketibûne
û ewan pir (meriv jî) ji rîya rast derxistibûne.
(Erê!) ewan ji rîya rast derketibûne.”
78- Ewanê ji zarên cihûyan, ku bûne file hene!
Ewanan li ser zimanê Dawûd û li ser zimanê
Îsayê kûrê Meryemê hatine deherandinê. Ji
ber ku ewan serî bilind kiribûn (ewan biryarên
di pirtûkê da hebûn, pêk ne anîbûn) û ji tuxubê
xwe derbas dibûn, evan (deherandin li wan
hati-bûye kirinê).
79- Ewan (zarên cihû¬yan) qe hevdu ji wan
tiştên kerixokên ku ewan dikiribûne, ne didane
parisandinê. Bi rastî tişta ewan dikirin,
çiqa sik bûye!
80- (Muhemmed!) tu pirên (wan zarên cihûyan)
dibînî, ku ewan (ji rikê bawerkeran da) ji
xwe ra ewanê bû¬ne file dixne serkar. Bi rastî
tişta dilê wan bixastin pêş va xistîye, çiqa
sik e! ji bona wî şixwa Yezdan li wan xeşim
kirîye û ewanê di şapatê da jî her bimînin.
81- Û heke ewan bi Yez¬dan û bi pêxember û
bi wan biryarên ku li bal (pêxember da) hatine
hinartine, bawar bikirinan, ewan (file) ji
xwe ra ne dixistine serkar. Lê pirên ji wan
ji (rîya baweryê) derketine.
82- (Muhemmed!) Tuyê rast werî, ku ji merivan,
neyarên mezin, ji bona bawerkeran ra cihû
û ewanê hevrîyan (ji bona Yezdan ra) çêker
in. Û tuyê rast weri jî, ku ji bona bawerkeran
ra ji merivan, ewanê bi hezkirin nêzîkê wan
in, ewan merivên, ku gotine: “Bi rastî em
arîkarok in (mexînîyan bi xweber in).” Ji
ber ku ji wan (mexînan) zana û ji cîhanê damen
berdane wan hebûne, (eva hezkirina hanê ji
bona bawerkeran ra, kirine). Û evan (mexînan
jî di gava ji bona wan ra biryarên Yazdan
dihatine gotin ji litêkirinê) xwe qure ne
dikirin. (Eva pêxembera ji pêxemberê me piçûktir
e, ya jî tiştên mayî ne digotin).
83- Û di gava, ku ewan guhdarya wan (biryarên)
li bal pêxember da hatine hinartinê, dikin,
tu dibînî ji ber ku ewan maf bi salixdana
rast zanîne, çave wan hêstiran dirêje, ewan
dibêjin: “Xudayê me! Me bawer kirîye, îdî
tu jî me bi wanê (ku bawer kirine) ra bi şahidî
binivîse.”
84- Û em bi xweber (ji Yezdan) daxwazî dikin,
ku Xudayê me, me bixe nava komalê aştîkar.
(Îja) emê ça bi Yezdan û bi wan (hemû) tiştên,
ku ji wî li bal me da bi mafî hatîye, bawer
nekin?
85- Îdî Yezdan jî bi sedema wan (dilxwazîyên)
ku ewan gotibûne, ewan bi qencî xistibûye
wan bihiştên (ku di binê darê wan da) çem
dikişin. Ewanê di wan (bihiştan da) her bimînin.
Şixwa xelata qencîkaran eva ye.
86- Û ewanê, ku bi beratên me bûne file, derew
kirine hene! Hevrîyên dojê ewan bi xweber
in.
87- Gelî ewanê ku we bawer kirine! Ewan tiştên
paqijên, ku Yez¬dan ji bona we ra durist kirîye,
hûn li xwe ne durist nekin û hûn ji tixûbê
(biryarên Yezdan neborin). Bi rastî Yezdan
ji wanê tixûbborî hez nake.
88- Û hûn (gelî bawerkeran!) ji wan tiştên
ku Yezdan bi dilikî ji bona we ra bi duristî
û tîtalî daye, bixun. Û hûn parizaya wî Yezdanê
ku we bi wî bawer kirîye, bikin.
89- Yezdan we bi wan sondên we ne, ku hûn
ne ji bona armancekî dixwûnin (lê hûn hema
ça radibin, rûdinên, hûn dibêjin: “Wellahî
eva aha ye)” gunehkar nake. Lê (Yez¬dan) we
bi wan sondên we ne, ku hûn bi wan sondan,
kirîn û birîn û peymanê dixwe, ji hev ra didin
(paşê pêk jî naynin) gunehkar dike. Celata
vê sonda hanê eva ye: Divê (ku ewê sondxandî)
ji wê xwarina nîvwarî ye, ku hûn ji bo¬na
malîyên xwe ra didine xwarinê, deh kesê xezan
ra xwarinê bide, ya jî (sondxandî) li wan
deh xezanan kincan bike, ya jî (sondxandî)
bendekî (kole) azad bike. Îdî kîjan (sondxandî;
heke ji bê bûrhîyî û ji tunebûnê) rastî van
(celatên borî) nehat, divê îdî ku ewa sê royan
rojî bigire. Di gava hûn sond bixun, evan
(celatên borî) dibine sedema rakirina gunehê
sonda we. Û hûn sondê xwe biparisînin (di
gava we sond xand, hûn ewan sondên ku we xandîye
pêk bînin) Yezdan ji bona we ra berateyên
xwe aha vedike, dibe ku hûn bi rastî sipazîya
wî bikin.
90- Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Bi rastî
ewan tiştên ku bi wan sermestî çê dibe û xumar
û kevirên çikandî (pût, yi jî ji bona litê
kirina dilxwazîyan bi perestî li ser gorî
têne jêkirinê) û destegul (li ser wan, navan
dinivîsin; navê kîjanî derkebe destegulya
wî ye) hemûşk jî sik in; ji karê pelîd in.
Îdî hûn xwe ji wan (karan) biparisînin. Bi
rastî hêvî heye ku hûn fereste bibin.
91- Bi rastî pelîd divê ku bi wan tiştên sermestok
û bi xumarê di nava we da neyartî û xeşmê
çê dike, û we bîr aîna Yezdan û ji nimêjkirinê
bide para da. Îdî hûnê ji van biparisînin,
wusa nîne?
92- Û hûn (gelî bawerkern!) bi gotina Yezdan
û bi gotina pêxember bikin û hûn xwe ji bê
gotina wan biparisînin. Îdî heke hûn ji gotina
wan derkebin, hûn bizanin! Bi rastî li ser
pêxemberê me, hey ragihandina van biryaran
bi vekirî heye (ji pêştirê wî qe tu pirsa
wî tune ye).
93- Ewanê ku bawer kirine û karê aştî kirine
hene! Di gava ewan xwe (ji hemberya Yezdan
hatinê da) parisandibin û bi wî bawer kiribin
û karê aştî jî kiribin, paşê li pey (vê kirina
xwe da, dîsa xwe ji kirini qedexan) parisandibin
û bi wan (qedexan jî) bawer kiribin (ku ewan
qedexe ne) û pasê (li pey vî da jî dîsa xwe
ji kirina xirabîyan) parisandibin û qencî
kiribin, ji bo ku ewan, ji wan (qedexeyên
borî) çeşne kirine, qe tu gunehkarî li ser
wan tune ye. Û Yezdan bi xweber jî şixwa ji
qencîkaran hez dike.
94- Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Bi sond!
Yezdan we (di gava ihramê da) bi wan nêçîrên,
ku dest û rimên we digihêjîne wan (ji bo ku
hûn ewan bigirin) diceribîne, ji bo ku Yezdan
bi wanê di penhatîyê da ji wî ditirsin, bizane
(ka kîjan ji we di wê gavê da xwe ji qedexeyên
wî diparisîne. Îdî kîjan ji virha (ji wan
biryarên, ku Yezdan ji bona qedexeyên ihrama
hecê ra danîye) bibore, bira ewa bizane, ku
bi rastî ji bona wî ra şapateke dilsoz heye.
95- Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Di gava
heke hûn di ihramê da bin (heya ku hûn ji
ihramê dernekebin) hûn nêçîran nekujin. Û
kîjanî ji we (nêçîrekî) bi qestî bikuje, îdî
celata wî ev e: Dibê ku ewa (kujrawa) tarişeke
wekî wekî wê tarişa hov e hatîye kuştinê,
ji wan tarişên kedî, bi gorî jêke. Dibê ku
du merivên dadvanên ji we jî berewanî bikin,
ku ewa tarişa (we gorî kirîye, di goşt û di
bahayê xwe da) wekî wê tarişa hov e hatîye
kuştinê, dibe. Dibê ku ewa (tarişa tê gorîkirinê)
di bajarê (mizgefta bi nav) Kabe, têda ne
(bê gorîkirinê) ya jî di şûna (goryan da,
wekî bahayê goryan) xwurek bi xezanan bide
xwarinê ya jî di şûna (xwurek da, wekî her
pîvaneke ku bi bahayê goryan hatine kirinê)
rojî bigire. Eva celatdana hanê, ji bo ku
kujraw çeşne bike (ka kuştina nêçîran ça ne!)
Ewan (nêçîrên borî) Yezdan sikatîyên wan baxişandîye
û kîjan dîsa (ji piştî van celatan) nêçîran
bike (bira ewa bizane!) bi rastî îdî Yez¬danê
ji wî tûlê hilde. Şixwa Yezdan bi xweber jî
serva hatê xweyî tûl e.
96- Ji bona jîyana we, ku bi hêsanî dom bike,
ji bona we û ji bona rewîyan ra nêçîra deryayê
bi tevê xwarina ji wan durist bûye. Û heya
hûn di ihrama (hecê da bin) nêçîra reşaîyî
ji bona we ra hatîye qedexekirinê û hûn parizaya
wî Yezdanê ku hûnê li bal wî da bicivin, bikin.
97- Ji bona ku hûn bizanin, Yezdan bi tiştên
di ezman û di zemîn da heyî dizane û bi rastî
jî Yezdan bi hemû tişt dizane;Yezdan Kabe
(bi nav) Beyt il-Heram ji bona kesan ra xistîye
şûnwarê (pêkanîna mafan û ewletîyî). Her wusa
jî Yezdan mehên dane (heckirinê) û gorîyên
bi guhar û bê guhar (ji bona kesan ra) xistine
(sedemên) ewletîyî.
98- Hûn bizanin! Bi rastî Yezdan zor şapat
e. Û bi rastî Yez¬dan baxişkarê dilovîn e.
99- Li ser pêxemberan ji pêştirê ragihandina
(biryarên Yezdan) ji bona ke¬san ra (qe tu
pirsa wan tune ye). şixwa Yezdan bi xweber
jî bi wan tiştên ku hûn vedişêrin, ya jî hûn
bi xûyayî derdixin, dizane.
100- (Muhemmed!) Tu bêje: “Piratîya mirar
û sikan, çiqa te sodret bike, dîsa jî mirar
û paqij (durist ne duristî) wekî hev nabin.
Îdî gelî xweyê hişan! Hûn parizaya Yezdan
bikin.” Bi rastî hêvî heye ku hûn fereste
bibin.
101- Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn ji
wan tiştên, heke arşa wan ji bona we ra bê
vekirine, hûnê bi wan sik bibin, pirsa wan
(ji pêxember) nekin. Û heke hûn ji wan tiştan
didanê hinartina Qur’anê da (ji pêxember)
pirs bikin, ewan tiştê ji bona we ra bêne
vekirinê. Yezdan (evan) ji bona we ra baxişandîne.
Bi rastî Yezdan baxişkarê mulahîm e.
102- Bi sond! Komalekî di berya we da (evan
tiştên hanêna ji pêxemberan) pirs kiribûne;
paşê (ji rika da) bi wan (pirsan) bûne file.
103- Yezdan ji bona (tu kesekî ra fermana
gorîdana) bi tarişa (ku pênç salan zaye, îdî
guhê wê hatîye qelişandinê; sitewr serbest
hatîye berdanê) û bi wê tarişa (ku hatîye
peymankirinê, heke ewa meriva ji merg û nexweşîya
xwe mefa bibe, wê ewê tarişê li ser pûtan
jêke) û bi wê tarişa (ku bi çêwî nêr û mê
zaye, dibêjin: “Eva mê gehîjte birayê xweyê
nêr.” Îdî herduk jî têne berdanê) û bi wê
tarişa (tove, ku deh salan tovdaî kiribe,
îdî ii pişta wî pûrt hildane; aha gotine:
“Pişta vî hişk bûye ji wî tov çê nabe,” serbest
berdane) ne kirîye. Lê ewanê bûne file hene!
ewana (evan gotinan) bi vir li ser navê Yezdan
derewan dikin. Şixwa pirê wan bi xweber jî
(ji van tiştan) hişê wan nabirin.
104- Û di gava, ku ji bona wan ra hatibe gotinê;
ewan, biryarên Yezdan hinartine hene! Werin
bibin (peyrewê wan) û bibin peyrewê pêxember.
Ewan (aha) gotine: “Ewan biryarên ku em rast
hatin, bav û bapîrên me li ser diçûn, besê
me ye.” Gelo heke bav û bapîrên wan qe tu
tiştekî nizanbin û ne hatibine rîya rast jî
(dîsa rîya wan, bav û kalan besê wan e).”
105- Gelî ewanê ku we bawer kirîye! (Hûn bi
xweber li xwe mêze bikin). Di gava hûn di
rîya rast da bin (hûn hatibne rîya rast) ewanê
ku ji rîya rast derketine, qe bi tu awayî
nikarin zîyana we bikin. Şixwa fetla we hemûşka
jî li bal Yezdan da ne; îdî (Yezdanê di wê
gavê da) ewan tiştên, ku we dikirin wê ji
bona we ra bêje.
106- Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Di gava
ku yek ji we ketibe ber mirinê, bira ewa du
merivên (pismamê) we ne, ku davdan in ji bo¬na
şîretên xwe ra şahid bigire. Û he¬ke hûn di
rêwîtîyê da bin, teşqela mirinê (di wê gavê
da) bi serê we da hatibe, hûn du merivan ji
wanê ku ne (pismamê) we ne ji xwe ra ji bo¬na
şîretên xwe şahidan bigirin. Heke hûn di mafê
van herduk şahidên ku ne ji we ne, dudil bin
(ewanê dîtin û bihîstinê xwe veşerin) hûn
ewan herduk şahidan di piştî nimêjê bigirin;
bira ewan herduk şahid (aha) sond bixun: “Bi
Yezdan! Em bi tu cureyê (ditin û bihîstina
xwe) venaşêrin û em (ewê dîtin û bihîstina
xwe jî) ji bona pismamên me bi xweber be jî,
bi tu tiştî nafiroşin. Şixwa he¬ke em ewî
(dîtin û bihîstina xwe veşêrin, ya jî bifroşin)
di wê gavê da em dibine ji wanê gunehkar.”
107- Îdî heke derket, ku ewan herdu şahid
jî babetê gunehkaryê bûne (şahidîya xwe rast
ne gotine) bira du mîratxurên ji pismamê mirî
(ku ewan herduk jî ji wan pismamên, di mîratê
da xwayê par in) di şûna van herdu şahidan
da, rabin şahidî bidin (aha jî) sond bixun:
“BiYezdan! Şahidîya wan herdukan, ji şahidîya
wan herdukan jî rastir e û bi sond! Em ji
rastîyê para ne çûne. (Şixwa heke em rastîyê
veşêrin) di wê gavê da em dibine ji wanê cewrkar.”
108- Eva şahidîya bi vî awayî, ji bona ku
şahid, şahidşya xwe rast bidin, ya jî şahid
bitirsin (heke şahidîya wan di para da rast
dernekebe) wê sonda wanê bi hinek sondê (şahidên
mayî) para da derew derkebe, rêyeke çêtir
e. Û hûn yezdanparizî bikin, hûn guhdarya
(biryarên Yezdan bikin). Bi rastî Yezdan komalê
ku ji rîya rast derkene nayne rê.
109- Di roya ku Yezdan, pêxemberan dicivîne
(ji wan aha di pirse): “Di gava, ku we biryarên
min ji bona koma xwe ra digotin ji bona we
ra çi pisyar hate danê?” (Pêxemberan) gotine:”Bi
rastî tu zanîn ji bona me ra (bi pisyara wan)
tune ye, hey tu bi tenê bi wan tiştên penha
çêtir dizanî.”
110- Di gavêkî da Yezdan ji bona Îsayê kûrê
Meryemê ra (aha) gotîye: “Îsa! Tu ewan qencîyên
min e, ku li ser te û li ser dîya te hene,
bîra xwe bîne. (Tu dizanî) ku min piştevanîya
te bi canê pîroz kiribû. (Îdî) tu di çincîlê
da û di gavê lawîtî û di kalîya xwe da bi
kesan ra diaxivî, kanê! Min bi te nivîsandin
û zanîna retkokî û Tewrat û Încîl, daye hînkirinê.
(Û bîra xwe bî¬ne) kanê! Te ji heryê tokela
çûkan bi destûra min, çê dikirin, îdî te di
wan tokelan da puf dikir, ewan tokelan jî
bi destûra min, îdî dibûne çûk. Û te bi des¬tûra
min kurên zikmakî û kotî mefa dikirin. Kanê!
Te bi destûra min mirî (bi zindî) derdixistin.
Û (bîra xwe bîne) kane! Di gava ku tu (li
bal zarên cihûyan da) bi beratên daveker va
hatibûyî, îdî ewanê file ne, ku ji wan zarên
cihûyan bûn (aha) digotin: “Bi ras¬tî evan
(berateyên ku tu ji bona me ra tînî) hey ançên
xûyayî ne.” Me jî tu di wê gavê da ji wan
parisandî.
111- Û (bîra xwe bîne) gava me li bal suxtan
da niqandibû; ku ewan suxtan bi min û bi pêxemberê
min bawer bikin. (Ewan suxtan aha) gotine:
“Me bawer kirîye û tu şahid be, ku em bi rastî
misilman in.”
112- Di gava suxtan ji bona (Îsa ra aha) go¬tine:
“Îsayê kurê Meryemê! Gelo Xudayê te dikare,
ku bi ser me da li ezmanan xewaneke (xwarinan)
bihênirîne?” (Îsa ji wan ra aha pis¬yar daye)
gotîye: “Heke hûn bawer dikin, hûn yezdanparizî
bikin (ji van gotin û kirinan dest berdin).”
113- Ewan (suxtan aha) gotine: “Em divên,
ku em ji wê (xewanê) xwurekan bixun ji bo
ku dilê me hêsanî be û em bizanin, ku tu bi
rastî ji bona me ra rastîyê dibêjî, û em jî
li ser wan bibne şahid.”
114- Îsayê kûrê Meryemê jî (bi lavatî aha)
gotîye: “Xudayê me! Tu li ezmanan bi ser me
da xewaneke (xwarinan) bihênirîne, ji bo ku
ewa (xewana) ji bona me û ji bona wanê pêşrewan
û paşrewanê me ra bibe cejnekî û derheozeke
ji te be. Û tu (ewan xurekan) bi me bide sixurandinê.
Şixwa tu bi xweber jî çêtirê sixurandokanî.”
115- Yezdan jî (aha) gotîye: “Bi rastî ezê
ewê (xewa¬nê) bi ser we da bihênirînim. Îdî
kîjan ji we ji piştî hinartina (xewanê) bibe
file, ezê ewî bi şapateke wusa şapat bikim,
ku ez wekî wî di gerdûnê da, tu kesekî şapat
nakim.”
116- Di gavekî da Yezdan (ji bona Îsayê kûrê
Merye¬mê ra aha) gotîye: "Îsayê kûrê
Meryemê! Qey te ji bona kesan ra (aha) gotîye.”
Hûn (gelî kesan!) ji bal Yezdan, min û dîya
min jî ji xwe ra bixne du Yezdan? (Îsa aha)
gotîye: “Ez (te ji wan gotinê wan) paqij dikim,
tu maf ji bona min ra tune ye, ku ez ewê tişta
qe tu mafê hûn têda tune be, bêjim. Heke min
wusa gotibe şixwa tu pê dizanî. Tu bi tişta
ku hundurê min da heye dizanî, lê ez bi tişta
di hundurê te da heyî nizanim. Bi rastî hey
tu bi tiştên penha dizani.”
117- Min ji bona wan ra, ji pêştirê wan (biryarên)
ku te fermana min kirîye; ez ewan ji wan ra
bêjim, qe tu tişt ji wan ra ne gotîye. (Min
ji bona wan ra aha) gotîye: “Hûn perestîya
wî Yezdanê, ku Xu¬dayê min û Xudayê we ye,
bikin. Heya ku ez di nava wan da bim, ez şahidê
li ser wan im, îdî di gava ku te ez ji nava
wan derxistim (canê min sitand) tu bi xweber
dibî dîdevanê li ser wan. Şixwa tu bi xwer
jî şahidê li ser hemû tiştanî.”
118- Heke tu ewan şapat bikî, bi rastî ewan
bendeyên te ne (tu kes têkil nabe). Şixwa
heke tu ewan bibaxişînî, bi rastî servahatê
bijejke hey tu bi xweberî (dîsa tu kes nikare
têkil bibe).
119- Yezdan gotîye: “Eva roya hane royake
wusa ne, ku di wê roye da rastîya rastgoyan
ji bona (wan rastgoyan) bi kêr tê. Ji bona
wan ra bihiştên, ku di binê (darê) wan da
çem dikişin, hene. Ewanê di wan bihiştan da
tum carîn bimînin. Yezdan bi wan qayîl bûye,
ewan bi xweber jî (bi dana) Yez¬dan qayîl
bûne. Serfirazîya mezin eva ye.”
120- Seroktîya ezman û zemin û seroktîya wan
tiştên (di ezman û zemin da) heyî hey ji bona
Yezdan ra ne. Şixwa Yezdan bi xweber jî li
ser hemû tiştan bi hêz e.
|
|